Şaredariya Amedê hişyariya 'sextekariyê' da!

10 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hişyarî Sextekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê eşkere kir ku hinek kes an jî kom xelkê bi hinceta ku “dê wan di şaredariyê de bixin kar” dixapînin û bi belgeyên sexte ji wan pereyan distînin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, derbarê vê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

“Li bajarê me hinek kes xelkê dixapînin”

Di daxuyaniyê de welatiyên ku dixwazin di şaredariyê de bixebitin hatine hişyarkirin û wiha hatiye gotin:

“Ev demek e li bajarê me hinek kes xelkê dixapînin.

Ji xelkê re dibêjin dê di bin banê şaredariyê de hinek kesan bixin kar û ew dikarin ji bo vê yekê navbeynkariyê bikin.

Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê me, ev kes an jî kom bi vê îdiayê ji kesên ku dixwazin di şaredariyê de bikevin kar pereyan distînin.

Tu eleqeya saziya me bi van tiştan tune û em bang li xelkê dikin ku li hemberî van sextekariyan hişyar bin.”

“Bila kes guh nede van kesan”

Emrullah Gorduk di daxuyaniyê de bal kişand ku van sextekaran belgeyeke sexte amade kiriye û di vê belgeye de wêneyên Hevşaredar Sera Bucak, Dogan Hatun û logoya şaredariyê jî bi cih kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Bila kes guh nede van kesan û li hemberî sextekariyê hişyar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst