HEWLÊR – Li zozanan hirçeke kuştî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li zozanên herêma Balekayetiyê ya qezaya Çomanê ya Hewlêrê termê hirçeke kuştî hat dîtin.

Qaymeqamê Çomanê Ehmed Barzan ji Rûdawê re ragihand ku li ser laşê wê cihê guleyê heye û got:

“Ew cihê ku termê hirçê lê hatiye dîtin dûredest e û ne ava ye.”

Beriya niha li zozanên Balekayetiyê hirçek tevî kudikên xwe hatibû dîtin.

Guman tê kirin hirça kuştî ew be.

Ehmed Barzan diyar kir ku dema xeber ji wan re hatiye tîmên wan çûne cihê bûyerê û polîsan dest bi lêpirsînê kiriye.

25ê Hezîranê jî li Çiyayê Karoxê hirçek bi keviran hatibû kuştin.