Rêbiwar Taha: Nasnameya me ya hevpar ‘Kerkûkî’ ye

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha got, “Ji niha û pê ve nasnameyeke me heye, ew jî ‘Kerkûkî’ ye. Bi min xweş e ku hemû kes wiha bifikire.”

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd doh mazbataya Parêzgarê Kerkûkê dabû Rêbiwar Taha.

Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha îro li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar derbasî avahiya parêzgariyê bû.

“Ev xewna me me hemûyan e”

Rêbiwar Taha piştre daxuyaniyek da medyayê û bal kişand ser mijarên girîng û wiha axivî:

“Piştî ku min li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar min dest bi karê xwe kir.

Ez gelê Kerkûkê û hemû pêkhateyên wê pîroz dikim.

Min divê em hemû bi hev re ji bo ewlehî û aramiya Kerkûkê, ji bo bipêşvebirina Kerkûkê û bihevrejiyan rast a li Kerkûkê bixebitin ku ev xewna me me hemûyan e.

Em naxwazin paşeroja zarokên Kerkûka wekî jiyana me be ku bi alozî û tevliheviyan derbas bû û xelkê Kerkûkê baca wê da.

“Nasnameyeke me heye, ew jî ‘Kerkûkî’ ye”

Ne divê em bi hev re bijîn, bi hev re bixebitin û zarokên me li enstîtu, dibistan û zanîngehan bi hev re bin.

Bila wekî Kurd, Ereb û Tirkmenan ne li dijî hev bin.

Bila li hev bicivin û bi hev re bibêjin nasnameya me ‘Kerkûkî’ ye. Em dê ji bo vê bixebitin.

Ji niha û pê ve nasnameyeke me heye, ew jî ‘Kerkûkî’ ye. Bi min xweş e ku hemû kes wiha bifikire.

Ev di berjewendiya Kurd, Ereb, Tirkmen, Kildanî, Mesihî û Aşûriyan de ye.

Ev ne tenê ji bo berjewendiya aliyekî ye. Ev cureyê siyasetê gelekî hat bikaranîn.

Encama wê çi bû? Malwêranî. Encama wê çi bû? Ciwanên me bi paş ketin, kolanên me bi paş ketin û bajarê me bi paş ket.”

“Divê em bi hev re bixebitin”

Parêzgarê Kerkûkê di beşa dawî ya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re û got:

“Eger em bi hev re bixebitin, bi hev re gavan biavêjin û ferq û cudahiyê nekin dê bajarê me bi pêş bikeve, kolanên me bi pêş bikevin û ciwanên me dilxweş bibin.”

Rêbiwar Taha amaje pê kir ku karê wan zehmet e û ji rojnamegeran xwest ku di navbera wan û gelê Kerkûkê de bibin pireke pêwendiyê.