Çekdar dîsa agir berdidin çiyayên Efrînê

14-08-2024
Hisên Omer
Nîşan Çekdar Efrîn Daristan Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û Erebên hawirde îro careke din agir berda çiyayekî Efrînê.

Li gorî agahî û dîmenên ku hatine ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, çekdaran û Erebên hawirde îro agir berdaye çiyayekî nêzîkî navçeya Meydanayê ya Efrînê.

Çavkaniyên cihî da zanîn ku xelkê herêmê ji ber fişar û gefên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nikare agir vemirîne.

Komên çekdar û Erebên hawirde 24ê Tîrmehê jî agir berdabû dar û daristanên heman deverê.

Şewatê çend rojan berdewam kiribû bêhtirî 3000 darên biber û sedan hektar daristan hatibûn şewitandin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst