HRE: ‘20 çete hatin kuştin, 17 çete birîndar bûn’

14-08-2024
Nîşan HRE Çekdar Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HREyê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Di encama 2 çalakiyên li Ezaz û Mareyê de 20 çete hatin kuştin û 17 çete jî hatin birîndarkirin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan li Ezaz û Mareyê 2 çalakiyên cuda li dar xistine.

HREyê da zanîn ku komên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de bûne hedefa hêzên wan.

Li gorî daxuyaniya HREye, di van her du çalakiyan de 20 çekdar hatine kuştin û 17 jî hatine birîndarkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku şervanan dest daniye ser gelek çek û amûrên leşkerî jî û bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Li gorî daxuyaniyê, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiya li Ezazê 9ê Tebaxê û çalakiya li Mareyê jî 11ê Tebaxê li dar xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst