Li Efrînê teqîn çêbû!

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Efrînê yê Rojavaya Kurdistanê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, teqînê derdora demjimêr 10an li navenda bajêr rû daye.

Hat zanîn ku otomobîleke li hemberî Xwaringeha Gebsoyê ya li ser rêya Racoyê bûye hedef.

Heta niha derbarê encamên teqînê ti agahî nehatine belavkirin.

Li hêla din, çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku kuştî û birîndar hene lê hejmara wan ne diyar e. 

Efrîna Rojavayê Kurdistanê Adara 2018an ji aliyê Tirkiye û çekdarên wê ve hat dagirkirin.

Ji wê demê ve gelek caran êriş û teqîn çêdibin.

Çavkaniyên cihî radigihînin ku piraniya wan ji aliyê komên çekdar ve tên encamdan ku di kontrola Tirkiyeyê de ne.