Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê dibistanek vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokên sêwî dibnistanek vekir.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariyên xweyên ji bo xelkê Efrînê berdewam dike.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî navendeke rewşenbîrî bi navê “Navenda Barzanî ji bo Çand û Geşepêdanê” li Efrînê vekiribû.

Li Efrînê wê navenda rewşenbîriyê dibistanek ji bo 20 zarokên sêwî vekir.

10 zarok ji ji wan, bav û dayîkên wan di erdheja Cindrêsê de canê xwe ji dest dabûn û ew zarok sêwî mabûn.

10 zarok jî ji bajarê Efrînê ne.

Di dibistana biçûkan de, zarok fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî dibin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, piştî erdheja 06ê Sibata 2023yan yekemîn sazî bû ku alîkarî gihand bajarê Efrînê.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, navenda xwe li Efrînê vekiriye û gelek xizmetên cuda ji bo xelkê Efrînê pêşkêş dike.