CPT: Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê li Herêma Kurdistanê 425 kes hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku di nava 33 salan de li Herêma Kurdistanê 425 sivîlan ji ber êrişên Îran û Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) îro êvarî li Silêmaniyê derbarê amarên êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

 CPT ku girîngiyê bi qeydkirina binpêkariyên Îran û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê dide, di daxuyaniyê de rapora xwe ya bi navê “Qurbaniyên Sivîl ên Operasyonên Leşkerî yên Tirkiye û Îranê yên li Herêma Kurdistanê” belav kir.

Di wê raporê de binpêkariyên 33 salan hene.

Li gorî raporê di êrişên Tirkiye û Îranê de herî kêm 845 kes birîndar bûne an jî jiyana xwe ji dest daye.

Ji wan 702 kes ji aliyê dewleta Tirkiyê ve û 143 jî ji alyê Îranê ve bûne qurbanî.

Di raporê de wiha hat gotin:

“Ji 702 kesên di encama êrişên Tirkiyeyê de bûne qurbanî, 344 sivîl hatin kuştin û 358 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên Îranê de ku 143 kes bûne qurbanî, herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest da û 62 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raporê ji ber êrişên her du welatên navborî zêdetirî 170 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û çûna wan herêman qedexe ye.

Herwiha 602 gundên din jî di bin metirsiyê de ne û piraniya şêniyên wan koç kiriye.

CPTyê bi bîr xist ku artêşa Tirkiyeyê sala 2015an gundê Zegellê yê li Quntara Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 18 sivîlan canê xwe ji dest da.

CPTyê da zanîn ku ew yekemîn êrişa bi dronan a Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bû.

Ev yek jî da zanîn ku ew piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye Tirk û PKKyê de ev bombebarana yekem bû.

Wê rêxistinê bal kişandiye ser wê yekê jî armancgirtina sivîlan binpêkirina mafên mirovan e.