Bi keda xwe ya cotkariyê 4 bijîşk, 3 mamoste, 2 mîmar û endezyarek dan xwendin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gever Hamza Onat Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarê bi navê Hamza Onat ê ji navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, 10 zarokên xwe bi cotkarî û mêşvaniyê dan xwendin.

Hamza Onat ku li gundê Qadyanê yê Geverê dijî, karê cotkarî û mêşvaniyê dike.

Hamza Onat 10 zarokên bi keda xwe dan xwendin.

Niha 3 zarokên Hamza Onat bijîşk in, 3 mamoste ne, 2 mîmar in, yek endezyar e û yek jî niha li zanîngeha beşa bijîşkiyê dixwîne.

Hemza Onat ji Rûdawê re diyar kir ku wî her 10 zarokên xwe dane xwendin û wiha got:

“Ez 68 salî me. Ez li vî gundî dijîm. 10 zarokên min hene, 4 keç û 6 kur in.

Min wan hemûyan bi durustî û bi şîrê helal, bi keda xwe ya mêşvanî û cotkariyê dan xwendin.

3 ji wan bijîşk in, 2 mîmar, yek endezyarê avahîsaziyê û 3 jî mamoste ne. Yê herî biçûk jî niha li beşa bijîşkiyê di sala çaremîn de ye.

Min bi xwe 5 salan xwend. Bavê min nikaribû min bişîne dibistanê. Her tim hezkirina min ji xwendinê re hebû.

Min 2 salan leşkerî kir. Rojên yekşemê leşkerên ji aliyên me yên xwendin û nivîsandina wan nebûn min ji bo wan name dinivîsandin.

"Min bi her awayî piştgirî da zarokên xwe"

Paşê hezkirina xwendinê ew qasî li ba min çûbû ku min hewl da xwişk û birayên xwe yên biçûk bişînim dibistanê lê wan berdewam nekir.

Ji ber vê yekê min bala xwe da ser zarokên xwe. Min bi her awayî piştgirî da wan.

Xwedê bextê min da. Eger Xwedê bide yekê, kes nikare ji wî bistîne.

Li dinyayê malbateke wekî ya min aram nîne."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst