Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

7 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê Amerîkayê Stephe Bitner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Stephe Bitner hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû yê Herêma Kurdistanê Stephe Bitner û şandeya pê re pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû kir û ew ji destpêkirina kar pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha hêviya serkeftinê ji Stephe Bitner re xwast û tekezî li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamkirina alîkariyên hevpar û pêwendiyên wê yên bi Amerîkayê re kir.

Li aliyê din, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû jî berdewamiya piştgirî û hevparî û hevpeymaniya welatê xwe ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman.

Di heman demê de her du aliyan tekezî li ser giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û hêvî xwast ku pêvajoya dengdanê bi awayekî serkeftî derbaz bibe.

Di beşeke din a civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên herêmê bi awayekî giştî hatin gotûbêjkirin.

Hat zanîn ku di wê civînê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê berê Mark Stro jî amade bûbû.

 Nêçîrvan Barzanî spasiya konsulê berê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Wî jî ji aliyê xwe ve spasiya alîkarî û piştgiriya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst