Li Meletiyê qezayeke giran!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arxayê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan ji rê derket û wergeriya, 26 kes birîndar bûn.

Otobusa Kompanyaya Van Goluyê ya ku ji Bodrumê ber bi Wanê ve diçû ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 26 kes birîndar bûn û birînên 3yan ji wan giran in.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Meletiyê.

Destpêkê hatibû ragihandin ku 14 kes birîndar bûne lê Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz eşkere kir ku hejmara birîndaran 26 e.