Li Wanê qeza: 3 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn

14-08-2023
Nîşan Wan Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Wan-Bedlîsê kamyonetek li kamyonê qelibî, 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî Tunela Kuskunkiranê kamyoneta bi plakaya 33 VSM 07 a ku F.A. diajot, ji paş ve li kamyona bi plakaya 26 E 1881 a ku M.Y. diajot xist.

Li ser ahagdarkirina ajokarên ku ji wir derbas dibûn polîs, cendirme, tîmên tenduristî û agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Di encama qezayê de K.A, Z.Ç. û O.Ç. yên di kamyonetê da mirin, F. A, N.Ç. û  S.Ç. jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gevaşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst