EFRÎN - Zextên grûpên çekdar berdewam in: 3 Kurd desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve 3 Kurd desteser kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çekdarên grûpa Feyleq el-Şamê ya ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Kebaşînê yê navçeya Şêreweyê ya Efrînê ciwanekî Kurd desteser kir.

Polîsên serbazî welatiyekî Kurdê 36 salî li xala kontrolê ya Tirindê û çekdarên Firqeya el-Hemzeyê jî li gundê Şengîleyê yê navçeya Bilbilê welatiyekî Kurd desteser kir ku heta niha jî rewşa wan nediyar e.

10ê tebaxê jî polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li taxa Eşrefiyeyê ya bajarê Efrînê piştî ku welatiyekî Kurd 3 rojan desteser kir, ew beramberî hezar û 500 dolar û du apartmanan serbest berdabû.

Dagirkirina Efrînê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyeyê ve ku Tirkiye piştevaniya wan dike, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an êrişeke berfireh bir ser Efrînê.

Êriş ji bejahiyê û esman ve hate kirin û Efrîn heta wê rojê jî di bin kontrola hêzên Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişan de, bi sedhezaran Kurdan mal û warên li dû xwe hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkiriya Tirkiyeyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê, binpêkariyên li hemberî welatiyên Kurd berdewam dikin.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li hemberî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.