Li Rihayê nerazîbûnên li dijî rêveberê nû yê perwerdeyê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên li dijî Rêveberê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê berdewam in.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê berî çend rojan Asim Sultanoglu wek Rêveberê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê tayîn kir.

Sala 2016an li ser Asim Sultanoglu di dosyeya destdirêjiyê ya ser 45 zarokan de ku li Weqfa Ensarê ya li parêzgeha Karamanê hatibû kirin, lêpirsîn dabûn destpêkirin.

Wêneyên Asim Sultanoglu bi mamosteyê tawanbar ê Weqfa Ensarê re derketibûn

Wê demê wêneyên Asim Sultanoglu bi mamosteyê tawanbar ê Weqfa Ensarê re derketibûn ku 508 sal ceza lê hat birîn.

Asim Sultanoglu wê demê red kiribû ku saziyên Weqfa Ensarê hene û bi hinceta dayîna zanyariyên xelet li ser wî lêpirsîn hatibû kirin.

Li Rihayê gelek saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe li dijî Asim Sultanoglu nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Derûnnas û çalakvana sivîl Emîne Gîzem Çetiner jî li pêş Saziya Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Emîne Gîzem Çetiner, pêlavên zarokan, pêlîstok û wêneyên ku zarokan xêz kirine li pêş saziyê danîn û banga piştgiriyê li hemû saziyên sivîl û partiyên siyasî kir.

Çetinerê got, heta Asim Sultanoglu ji kar neyê dûrxistin ew dê çalakiya xwe berdewam bike.

“Ez bang li hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî, kesên xwedî wijdan dikim”

Derûnnas Emîne Gîzem Çetiner di çalakiya xwe de anî ziman:

“Em rêveberê perwerdeyê ku navê wî di dosyeya destdirêjiya ser 42 zarokan de derbas dibe bi ti awayî qebûl nakin. Em niha tenê 2 kes in û bangake me ji bo we heye.

"Werin em li vê derê rûnin"

Ez ne dayik an bav im lê erkê ser milê me hemûyan e ku em hemû zarokan wekî dayik û bavê wan biparêzin.

Ji ber wê ez bang li hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî, kesên xwedîwijdan dikim, werin heta ev rêveberê gumanbar biçe em li vê derê rûnin.”