Kiçê Emoyê ku li gundê Koçoyê 19 kes li cem wî hatin kuştin: Komkujî ne ya herî zehmet bû

14-08-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Kiçê Emoyê ku li gundê Koçoyê 19 kes li cem wî hatin kuştin: Komkujî ne ya herî zehmet bû
Kiçê Emoyê ku li gundê Koçoyê 19 kes li cem wî hatin kuştin: Komkujî ne ya herî zehmet bû
Nîşan Komkujî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdê Êzidî Kiçê Emo yek ji wan kesan e ku ji komkujiya gundê Koçoyê ya ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, rizgar bû.

Di komkujiya li gundê Koçoyê de ew di nav cenazeyê 19 kesan de ma û xwe rizgar kir.

"Ya zehmettir ku te bikujin û jin û zarokên te jî bi xwe re bibin"

Kiçê Emo diyar kir ku 9 sal piştî komkujiyê her dema ku ew kelî tê bîra wî dilê wî pir teng dibe û got:

“Bi rastî gelekî zehmet bû, ya zehmet ne tenê kuştin bû, ya zehmettir ku te bikujin û jin û zarokên te jî bi xwe re bibin.”

Roja yekşemê li Kampa Riwangeyê merasîmek ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya gundên Koço, Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidirê hat lidarxistin.

“Komkujî bû”

Şahidê komkujiya Sîba Şêx Xidirê Şemo Serhan ji Rûdawê re got:

“Ez ji Sîba Şêx Xidirê me. Dema ku çar otomobîl hatin û teqiyan, ez li wir bûm. Gelek kes şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn.

Em çûne hawara wan û me xelk bir Nexweşxaneya Şingalê û me hinek jî birin Dihokê, rewşeke pir xirab bû, komkujî bû.”

14ê Tebaxa 2007an ji aliyê El Qaîdeyê ve 4 otomobîlên bombebarkirî li Sîba Şêx Xidir û Gir Uzêrê hatin teqandin û di encamê de 314 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî hezar kesî jî birîndar bûn.

7 salan piştî komkujiya yekem, çekdarên DAIŞê li gundê Koçoyê yê başûrê Şingalê komkujiyeke din kir.

Wan 400 kes gulebaran kirin û 850 kes jî revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst