Ciwanekî Qamişloyî li Sirbistanê mir: Îro li gundê xwe hat veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî ji Rojavayê Kurdistanê li daristaneke Sirbistanê canê xwe ji dest dabû, termê wî li Qamişloyê hat veşartin.

Endezyar Raman Îbrahîmê ji gundê Bilêcê yê Qamişloyê dawiya meha borî li daristaneke Sirbistanê canê xwe ji dest dabû.

Termê Raman Îbrahîm 3ê Tebaxê li wê daristanê hatibû dîtin.

Termê Raman Îbrahîm îro bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîlê giha Herêma Kurdistanê.

Xizmên wî term ji wir jî bi rêya Deriyê Pêşabûr-Sêmalkayê bir Rojavayê Kurdistanê.

Termê wî îro nîvro li gundê wî Bilêcê hat veşartin.

Raman Îbrahîm 23 salî bû, îsal beriya ku berê xwe bide Ewropayê li Zanîngeha Qurtubeyê ya taybet endazyariya zanistiyê temam kiribû.