Qubad Talebanî Rûdaw pîroz kir

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî Tora Medyayî ya Rûdawê Xelata Zêrîn ya Stevieyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bi boneya wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê, Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

Di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê wekî "baştirîn medyaya bi mezinahî navîn a salê" li ser astê cîhanê, xelata "Company of the Year" ango (Kompanyaya Salê) wergirt.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Rûdaw pîroz kir.

"Pabendbûna wan a bi profesyoneliyê li Herêma Kurdistanê dibe alîkar"

Qubad Talebanî, Rûdaw pîroz kir û got:

“Ez Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim ku di beşa Baştirîn Kompanyaya Medyayê ya sala 2023an de Xelata Zêrîn a Stevieyê wergirtiye.

Pabendbûna wan a bi profesyonelî û xemxariya medyayî ji bo pêşvebirina medyayeke saxlemtir a li Herêma Kurdistanê dibe alîkar.

Hêvî dikim kanal û xebatkarên wê di pêşvebirina rojnamegeriya pêbawer û bibandor de berdewam bin.”

Xelatên Stevieyê dê roja 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst