Mesrûr Barzanî: Li Zaxoyê 170 proje hatine cîbicîkirin

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Zaxo Kornîşa Delal Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku zêdetir ji 170 projeyî li Zaxoyê hatine cîbicîkirin.

Barzanî herwiha da zanîn ku plana wan heye gelek projeyên din jî cîbicî bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma vekirina projeya geştyariyê ya "Kornîşa Delal" a li Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir.

"Pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dikim"

Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina projeyê nîşan da û got:

"Pîrozbahiyê li we û li Zaxoyê û hemû xelkê Kurdistanê dikim. Hêvîdar im em hemû sûdê jê bibînin û bibe cihê rizamendiya we hemûyan.”

Mesrûr Barzanî spasiya kompanyayên ku beşdarî projeyê bûne, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û xelkê wê kir û got, “Hêvîdar im li Zaxoyê û li hemû Kurdistanê roj bi roj projeyên zêdetir bêne cîbicîkirin.”

Bi gotina Mesrûr Barzanî ji bilî projeya Kornîşa Zaxoyê gelek projeyên din jî li wî bajarî hatine cîbicîkirin.

Derbarê projeyan de jî Mesrûr Barzanî got:

“Li vê deverê çendîn proje ên wekî vekirina rê û cade û hinek projeyên din ên girîng hatine encamdan. Nûjenkirina Bazarê Kevn ê Zaxoyê jî yek ji van e.

Bi giştî wekî ez dizanim zêdetir ji 170 projeyî li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxo di vê demê de hatine cîbicîkirin.

Di plana me de heye ku em di qonaxa dahatû de hejmarek projeyên din jî encam bidin.”

Li aliyê din, Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew dê cadeya 60 metreyî jî çêbikin.

"Xelkê Zaxoyê gelek qurbanî dane"

Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya Zaxoyê û tekez kir ku ew bajar ne tenê ji aliyê pêgeha xwe ve girîng e û wiha pê de çû:

“Zaxo ne tenê ji ber ku bajarekî ser sînorê Herêma Kurdistanê ye û deriyek e ji bo pêwendiyên bi Tirkiye, Ewropa û cîhanê re herwiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê berdewam piştevan bûye û xelkê wê gelek qurbanî dane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst