PKK û Tirkiyeyê amarên şer û pevçûnan parve kirin

14-08-2023
Nîşan PKK HPG Tirkiye Amarên Şer û Pevçûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdar ê PKKyê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Tirkiyeyê amarên şêr ên 24 saetên dawî eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku di maweyê 24 saetên dawî de li başûrê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 2 leşker jî hatine birîndarkirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî got ku 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, her sê gerîlayan li Zapê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku li Zap û Metînayê, di navbera gerîlayan û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

 “Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê roja 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên nav axa başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî didome.

Tirkiye dibêje ku ji destpêkê êrişê ve 620 gerîlayî canê xwe ji dest daye û 101 leşkerên wê hatine kuştin.

Li gorî amarên PKKyê jî 2 hezar û 991 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 361 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst