Li Qersê hirç bi bermahiyan xwe têr dikin: ‘Metirsî ye!’

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hirç Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamuşanê ya parêzgeha Qersê çend hirç ji serê çiyayan dadikevin û dikevin nav gilêşa bajêr û li wir bi tiştên hatine avêtin zikê xwe têr dikin.

Cihê gilêşê 5 kîlometre dûrî navenda Qamuşanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Hirçên ku ji bo peydakirina xwarinê diçin, carinan bi tenê ne û carinan jî bi ferxikên xwe re ne.

Ew hirç li daristana derdora Qamuşanê dijîn. Piştî ku li vê derê xwarina xwe dixwin vedigerin nav daristanê.

“Divê rayedar vê gilêşê ji vir rakin”

Rêveberê Zanistî yê Komeleya Bakurê Rojhilat Emrah Çoban, li ser hirçan got:

“Gilêşê jiyana hirçan xistiye metirsiyê. Ji ber ku ew fêrî xwarina amade dibin.

Ev jî dibe sedema dûrketina ji xwezaya xwe û obezbûna wan hirçan, ji bo jiyana wan metirsiyeke mezin e.”

"Divê rayedar vê gilêşê ji vir rakin"

Çoban herwiha anî ziman, “Ji bo jiyana hirçan nekeve metirsiyê divê rayedar vê gilêşê ji vir rakin û sistemekê jê re çêkin daku ajel û mirov nikaribin biçin navê.”

Welatî jî dibêjin, gilêş tenê li ser jiyana ajelan ne gef e, li ser jiyana hemû candar û xwezayê jî gefeke mezin e û divê çareseriyek jê re bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst