Yapicioglu: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka maf û hiqûqê ye, bi pêvajoya çareseriyê nayê çareserkirin

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Agirî Bakurê Kurdistanê Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li parêzgeha Agiriê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku Pirsgirêka Kurd pirsgirêka maf û hiqûqê ye, bi pêvajoya çareseriyê nayê çareserkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo hinek hevdîtina ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê derbasî Agirîyê bû û bi gel re hat ba hev.

Di hevdîtinên ku hat kirin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derheqê meseleya Kurd de nirxandinê xwe kir.

Zekeriya Yapicioglu di nirxandina xwe de helwesta bi şert a hikûmetê rexne kir û got: “Ne rast e ku azadî û mafên yekî bi komekî çekdar re bazarî li ser were kirin.”

Yapicioglu herwiha got: “Meseleya Kurd, meseleya heq û hiqûqê ye; ev kar bi rê û rêbazên mîna ya ku jêre pêvajoya çareserîyê tê gotin nikare were çareserkirin.”

Di berdewama nirxandina xwe de Yapicoglu diyar kir ku ew dibêjin ku pirsgirêkek heye û divê ev yek teqez were çareserkirin û wiha pê de çû: “Meseleya Kurd, meseleya heq û hiqûqê ye. Eger tu wek dewlet bibêje, ‘daxwazên gel li ba min tomarkirî ne û ji van hinek maqûl in û ez ê van bi cî bînim.’ Piştî vê yekê jî eger tu wek dewlet rabe vê yekê bi şertekî girê nede ew mesele jixwe dê çareser bibe.  Hewce nake tu bi yekî bazarîyê bikî û hinekan re rûnî û bibêjî tu vê bikî ez ê jî vê bikim.”

“Çima perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji Kurdan re wek heq nayê dîtin!”

Serokê Giştî yê HUDA PARê  erwiha di berdewama axavtina xwe de derheqê nirxandinên Erdogan ên têkildarî xebatên perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya ji bo welatîyên Tirkiyê yên li Almanyayê de jî wisa axivî: “ Însanên ku zimanê wan Kurd in hene û ev Kurd ji bo xebatê nehatine vê derê.  3-4 hezar sal in ku Kurd li vê derê ne û cihekî wan a ku herin nîne. Gelo ew perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo wî welatîyê te yê li Almanyayê heq e û ji yê  li vê derê re ne heq e? Gelo ma bersiva vê heye? Nexêr tune ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst