Li Erzeromê 136 koçberên Efxan bo welatê wan hatin şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên neyasayî yên Efxan bi geşteke asmanî bo welatê wan hatin vegerandin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye li ser guvaşa opozîsyon û xelkê wî di van demên dawî dest bi hewlên vegerandina koçberan bo welatên wan kirine. Di vê çarçoveyê de rojane bi dehan koçberên li navendên koç û koçberan ku piraniya Efxan in bi geştên asmanî vedigerîne welatê wan.

Li gor zanyariyan şeva borî 13ê Tebaxa 2022ê, 136 koçberên Efxan ên li navendên koçberan yên li parêzgeha Erzeromê piştî temambûna karûbarên yasayî bi geşteke asmanî bo Kabula paytexta Efxanistanê hatine vegerandin.

Li gor zanyariyan li Erzeromê di 5 rojên dawî de bi 3 geştên cuda yên asmanî 496 koçberên Efxan bo welatê wan hatine şandin.

Li gor amarêm Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiye jî, ji 1ê Çileya îsal ve, 4 hezar û 326 jê Efxanî hezar û 192 jê Pakistanî bi giştî 5 hezar û 784 koçber ji Erzeromê bo welatê wan hatine vegerandin.