Kerkûk: DAIŞê zarokek revand û mala mixtar teqand

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan Kerkûk DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekî ji Polîsê Kerkûkê ragihand, roja Şemiyê DAIŞê li navçeya Daqûq a Kerkûkê, zarokek revand û mala mixtarekî jî teqand.

Çavkaniyê ji ji Polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re got, “Hejmarek çekdarên DAIŞê danê êvarê derbasî gundê Simûdê li navçeya Daqûq a li başûrê Kerkûkê bûn û nîv demjimêrekê li wir man. Piştre mala mixtarê gund teqandin û kurê rêveberê dibistana gund revandin û vekişiyan.”

Her wiha hat ragihand, “Gund nêzîkî çepereke polîsê federal bû û haya wê hêzê ji tevgera DAIŞê nebû.”

Li gor zanyariyan, çekdarên DAIŞê cil û bergên polîsên federal li xwe kiribûne û rasterast çûne mala mixtarê gund Îbrahîm Hesen bişewitînin.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya hêzên artêşa Iraqê ber bi gundên Ebû Mihemed, Kobanî û Simûdê ve çûn û hêzên xwe li ser sînor bi cih kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst