Hadî Amirî dê bi Serok Barzanî re bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî ragihandina parlamenterekî Hevpeymaniya Feth, îro serokê wê hevpeymaniyê, Hadî Amirî dê bi serokatiya şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bike û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Parlamentera Hevpeymaniya Feth, Medîhe Meksûsî ji Rûdawê re ragihand, serdana Hadî Amirî ne ji bo pêşkêşkirina destpêşxeriyan e lê ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Iraqê ye.

Li gor wê parlamenterê, Amirî û Serok Barzanî dê li ser avakirina hikûmetê gotûbêjan bikin, beşeke wan gotûbêjan li ser danûstaninên pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê dibe ku biryare Çarçoveya Hevahengiyê pêk bîne.

Tevî ku behsa wê yekê tê kirin Hadî Amirî li gel serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî dê hevdîtinekê bike lê wê parlamentera Feth yekalî nekir ka dê Hadî Amirî îro serdana Silêmaniyê jî bike yan na.