Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê bo Misrê peyama sersaxiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber şewata li dêreke bajarê Gîza ya Misrê ku di bûyerê de 42 kesan canê xwe ji dest dan, hevxemiya xwe gihand hikûmet û gelê Misrê û ji gelê Misrê re sersaxî xwest.

Îro Yekşembê 14ê Tebaxa 2022an li navçeya Îmbabê ya ser bi parêzgeha Gîzayê ve agir bi dêra Ebû Seyfeyn a Qibtiyan ket û di encamê de herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji ber wê bûyerê sersaxî ji gel û hikûmeta Misrê re xwestiye.

Di daxuyaniya xwe de, Serokatiya Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê nîşan daye û hêvî kiriye birîndarên bûyerê di demeke nêzîk de baş bibin.