HSD: Sîxurekî MÎTê hat kuştin û 2 sîxur hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan li bajarokê Til Birak ê girêdayî Qamişlo di enacma operasyoneke taybet de “endamê toreke MÎTa Tirkiyê hat kuştin û 2 sîxurên din jî hatin girtin.”

HSDê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di operasyoneke taybet de sîxurekî ku bi istîxbarta Tirkiyê re kar dikir, kuştine û du sîxur jî desteser kirine.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin: “Pêncşema borî (11ê Tebaxê) hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê ku şaneyeke MÎTê li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê xwe lê veşartibû. Şane ji 3 kesan pêk tê û destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye. Wana li herêma Til Birakê û Qamişlo ji bo îstixbarata Tirkiyê 'MÎT' kar dikir û agahiyên li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî didan MÎTê. Di vê operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê Ezîz Mihemed El Mihemed xwe radest nekir û bi çekê bersiv da, hêzên me neçar man bersivê bidin û di encamê de hat kuştin. Her wiha 2 ajanên din hatin girtin.”

HSD herwiha dibêje ev operasyona di çarçoveya “Operasyona Sondê” de pêk hatiye ku 31 Tîrmehê ji aliyê wan ve “ji bo tunekirina torên MÎTê” hatibû destpêkirin.