Hêzên Tirkiyê 5 gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û komên çekdar îro  5 gundên bajarokên Til Temir û Zirganê yên li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, îro Yekşembê 14ê Tebaxa 2022an hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Ebboş, Şêx Elî, Xeracne, Derdare û Enîq el-Hewa li gundewarên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdisdtanê bi dijawarî topbaran kirin.

Hatiye ragihandin, di encama topbarana wan gundan de zerareke zêde gihîştiye mal û milkên gundiyan.

Herwiha ji ber berdewamiya topbaranên Tirkiyê, pêleke koçberbûnê niştecihên wan gundan jî destpê kiriye.

Duh 13ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare û Şêx Elî li gundewarê Zirganê topbaran kiribûn.

Di wan mehên dawiyê de topbarana navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî ve gelek zêde bûye.

Tirkiye herwiha gefa lidarxistina operasyoneek nû ya leşkerî li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê belê heta niha Amerîka û Rûsyayê rê nedane Tirkiyê ku operasyona xwe destpê bike, tevî ku welatên navçeyê bi taybet Îran jî li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ne.