Agirê Çiyayê Metîn nehatiye kontrolkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bordûman û topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve berdewam e û ji ber wê bordûmanê jî agir bi derdora hejmarek gund û Çiyayê Metîn ketiye, heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.

Îro Şemiyê 14ê Tebaxa 2021ê, Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Duhokê Nasir Elî got “Doh Înê firokeyên Tirkiyê derdora gundê Sikêr a ser bi qezaya Amêdiyê û Çiyayê Metîn bordûman kirin, ji ber vê bordûmanê agir bi derdora wî gundi û gundê Sergelî Sigêr ketiye ku dikevin quntara Çiyayê Metîn, heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin.”

Li gor zanyariyên ku niştecihekî gundê Sergelî ji peyamnêrê Rûdawê re şandine, xelkê gund bi armanca parastina zevî û baxên xwe hewl didin agir kontrol bikin, lê agir berdewam e û heta niha ne xuya ye ka çend dinom zeviyên wê  navçeyê şewitî ne.

Hevdem agir bi beşeke zêde ya daristanên Çiyayê Metîn ketiye û hê agir nehatiye kontrolkirin, ji ber ew cihên agir lê derketiye hem tîmên Polîsên Berevaniya Şaristanî û hem jî xelkê gund ji tirsa bordûmana firokeyên Tirkiyê û şerê navbera hêzên Tirkiyê û gerîllayên PKKê newêrin nêzîkê wê deverê bibin.

Li gor wan zanyariyan jî ku ji xelkê derdora gundê Hirûrê gehiştine peyamnêrê Rûdawê, ji derengê şeva borî ve heta berê sibeha îro dengê firoke û bordûmanê li gundên Hirûr û Dişêşê hatiye bihîstin, li Geliyê Qurîş jî demjimêr 6 heta 7 û nîvê sere sibeha îro bo dema yek demjimêr û nîvê li ser hev nêzîkê gundê Hirûrê hatiye topbarankirin.