Piştî 13 salan kesûkarên qurbaniyên teqînên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir nehatine qerebûkirin

Şingal (Rûdaw) - Îro 13 sal di ser teqînên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir re ku du komelgehên ser bi qezaya Şingalê ve ne, derbas dibe. Kesûkarên qurbaniyên qan teqînan gazindeyan dikin û dibêjin, hikûmeta Iraqê heta niha tiştek ji wan re nekiriye.

Di 14ê Tebaxa 2007an de du teqînên bihêz li herdu komelgehên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir çê bûn. Teqîn bi rêya çar otomobîlên barhilgir hatin encamdan û di teqînan de nêzîkî du ton teqemenî hatibû bikaranîn.

Herwiha di wan teqînan de bi kêmanî 314 kes ji Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan, 70 kes bêserûşûn bûn û 700 kes jî birîndar bûn.

Her di encama wan teqînan de nêzîkî 1000 malên Kurdên Êzidî wêran bûn. Êzidiyan ew birîna xwe ya kûr hêj ji bîr nekiribûn, ku DAIŞê jî di sala 2014 de êrîşî navçeya wan kir û bi sedan Kurdên Êzidî komkuj kir û bi hezaran kes jî dîl girtin.

Zeyd Xelef, kesûkarekî qurbaniyên wan teqînan ji Rûdawê re dibêje: “Ew 13 sal in bavê min şehîd ketiye di teqîna Gir Uzêr de. Ez û xûşk û bira û dayika xwe bi hev re dijîn, lê ti çavkaniyeke debara me nîne ku em pê bijîn. Hikûmeta Iraqê jî bavê min weke şehîd li cem xwe hesab nekiriye, û ti çavkaniyeke debarê nedane me ku em pê bijîn.”

Elî Hesen yek ji şahidên bûyera teqîna sala 2007 a li Gir Uzêr ji Rûdawê re behsa dema wê teqînê dike û dibêje, “teqîn li wê derê çê bû, mirov hemû li vir bûne laş. Ez li dû birayê xwe digeriyam, du birayên min ne li malê bûn, em tirsiyan ku li vir bin. Ez li dû birayên xwe digeriyam di nav laşan de, min laş nas nedikirin, laş hemû şewitîbûn, hin dest qutkirî bûn, hinek lingê wan qut bûbûn, hinek serî pê ve nebûn, hinek tazî bûn.”

Murad Elî yekî din ji kesûkarên qurbaniyên teqîna li Gir Uzêr e. Ew dibêje: “Kurê min û 4-5 mirovên min, xizmên min têde çûn. Kurê min emrê wî 13 sal bû, ew bi hevalên xwe re çûbû bazarê. Wextê ew teqîn çêbûyî, kurê me têde çû.”

Kurdên Êzidî teqînên sala 2007 li Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir weke fermana 73 bo ser civaka xwe bi nav dikin.

Qurbaniyên wan teqînan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke şehîd hatine qebûlkirin.

Herwiha hejmarek kesên ku di teqînan de nasnameya wan nehatibû zanîn, di sê gorên bikom de hatine veşartin.

Parlamentera Kurd a Êzidî li parlamentoya Iraqê, Dr. Xalîde Xelîl ku parlamentera Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ji Rûdawê re behsa wê yekê dike, ku heta niha jî kesûkarên qurbaniyên qan teqînan nehatine qerebûkirin, ku piraniya wan di nava kampan de dijîn.

Xalîde Xelîl ragihand: “Zirardîtiyên teqînên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir, ji aliyê hikûmeta federal ve tiştek ji wan re nehatiye kirin.”

Xalîde Xelîl got: “Êzidî berdewam rastî kuşt û jenosîdê bûne. Piraniya parlamenteran ji bo berjwendiya xwe hin projeyasaya erê kirine, lê ji bo me Êzidiyan tiştek nekirine. Rêkarên qerebûkirina Êzidiyan nehatine kirin û hilawîstî maye.”

Piraniya Kurdên Êzidî li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê dijîn, lê li Ermenistan, Gurcistan, Ukrayna, Rûsya û hin welatên rojavayî weke Almanya rêjeyeke zêde ji Kurdên Êzidî dijîn. Gelek caran êrîş bo ser civaka Kurdên Êzidî hatine encamdan, ku Êzidî bi xwe jê re dibêjin Ferman û li gor wan heta niha 74 ferman li dijî wan hatine encamdan, ku ya herî dawî êrîşa DAIŞê ya di 2014ê de bû.