Serokê Şaredariya Pîran a Amedê ji HDPê îstîfa kir

14-08-2020
RÛDAW
Nîşan Amed Pîran HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Pîranê ya Amedê yê ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Felat Aygoren ji partiya xwe îstîfa kir.

Felat Aydogan di hilbijartinên 31ê Hezîranê de li ser lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi kontenjana PDK Bakur beşdarî hilbijartinan bûbû û di wan hilbijartinan de serkevtin bi dest xistibû û weke Şaredarê Pîranê hatibû hilbijartin.

Derbarê biryara xwe ya îstîfaya ji HDPê de, Felat Aygoren ji Rûdawê re ragihand, ti “pirsgirêk di navbera min û HDPê de derneketine û îstîfaya min ji HDPê biryareke asayî ya min e.”

Aygoren got, ew dê ji niha pê ve bi awayekê serbixwe li ser kar û xebatên xwe di posta Serokê Şaredariya Pîranê de berdewam be.

FelatAygoren herwiha diyar kir, “ez dê bêyî ti ferq û cudahiyan xizmeta xelkê navçeya Pîranê bikim.”

Aygoren di hilbijartinên 31ê Hezîrana 2019an de li ser lîsteya HDPê ji sedî 50.86ê dengan bi dest xistibû û weke Serokê Şaredariya Pîranê hatibû hilbijartin.

Aygoren neviyê birayê Şêx Seîdê Pîran, Şêx Mehdî ye û li Amedê kesayetiyekî xuya ye.

Bavê wî Husamettin Aygoren di navbera salên 1967 heta 1989 de, birayê wî yê mezin Behrun Aygoren jî di navbera 1994 heta 2004 serokatiya Şaredariya Pîranê kirine.

Li Amedê li ser 14 şaredariyên HDPê qeyûm hatine danîn û niha tenê Şaredariya Çinarê di destê wê partiyê de maye.

Li gelek bajar û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê jî, hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ku peywendiya wan li gel KCK/PKK hebûne, qeyûm danîne ser gelek şaredariyên HDPê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst