VIDEO - Li Dîlokê keçek bi awayekî gumanbar ji qata 4an ket xwarê û canê xwe ji dest da

14-08-2020
RÛDAW
Nîşan Duygu Delen Dîlok Bakurê Kurdistanê Mehmet Kaplan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîloka Bakurê Kurdistanê keçeke 17 salî ji qata 4an a mala xoşewîstiyê xwe bi awayekî gumanbar ket xwarê û canê xwe ji dest da. Xoşewîstê wê yê bi navê Mehmet K. hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bûyer şeva derbasbûyî li taxa Batikent a Dîloka Bakurê Kurdistanê çê bû. Li gor zanyariyan keça bi navê Duygu D. çû mala xoşewîstê xwe yê bi navê Mehmet K. li wê taxê.

Lêbelê piştî demekê ew keça 17 salî bi awayekî gumanbar ji qata 4an a mala xoşewîstê xwe ket xwarê.

Piştî agahdarkirinê ji aliyê hemwelatiyan ve, tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, lêbelê piştî kontrola tîmên tendirustiyê derket ku wê keça ku di nav xwînê de mabû, canê xwe ji dest daye.

Termê Duygu D. ji bo karûbarên otopsiyê hat veguhastin ji bo Dadweriya Pizîşkî li Dîlokê.

 

 

Kesê bi navê Mehmet K. ku ew keça 17 salî di paceya mala wî de bi awayekî gumanbar ket xwarê canê xwe ji dest da, ji aliyê hêzên polîs ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha bûyerê li ser torên civakî bi hashtaga  #duyguicinadalet (Dad ji bo Duyguyê) di demeke kurt de deng veda û gihîşt bi deh hezaran

Li gor zanyariyan kesê bi navê Mehmet K. ku kurê yek ji karsazên naskirî ye li wî bajarê Bakurê Kurdistanê, Çileya 2019an jî dema ku alkol vexweribû û serxweş bûbû bi otomobîla xwe li jina bi navê Zeynep Berna Atay a ducanî û temen 35 salî dabû û wê jinê canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst