Du şaredarên ji HDPê îstîfa kiribûn derbasî nav AK Partiyê bûn

14-08-2020
RÛDAW
Nîşan HDP AK Partî Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du şaredarên berê yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) yên qezayek û bajarokekî ser bi parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê ve derbasî nav refên partiya desthilatdar a Tirkiyê, AK Partiyê bûn.

Wêneyên herdu şaredaran, di demekê de ku rozeta AK Partiyê li xwe girêdane, li gel Berpirsê Rêxistinên Xwecihî û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî hatine belavkirin.

AK Partiyê têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nedaye.

Şaredarê qezaya Hezo Ayhan Eren û Şaredarê Bajarokê Kaniya Xanê (Bekirhan), Firat Karabulut ku di hilbijartinên 31ê Adarê de li ser lîsteya HDPê serkeftin bi dest xistibûn, piştî îstîfaya ji HDPê tevlî refên AK Partiyê bûne.

Şaredarê qezaya Ayhan Eren roja 10ê Kanûna 2019 û Şredarê bajarokê Kaniya Xanê 20ê Mijdara 2019 ji HDPê îstîfa kiribûn.

Piştî ku wan herdu şaredaran dest ji endamîtiya HDPê berdan, weke şaredarên serbixwe li ser karê xwe berdewam bûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku Şaredarê Kaniya Xanê îstîfaya xwe ji wê partiyê ragihandibû, daxuyaniyek dabû û gotibû, gef li şaredar hatibû xwarin ku dê qeyûm li ser şaredariyê bajarokê Kaniya Xanê bê danîn.

HDPê herwiha Firat Karabulut bi wê yekê tometar kiribû, ku ji tirsa xwe nekariye berevaniyê di ber îradeya xelkê bike û daxwaz jê kiribû, ku ji serokatiya şaredariyê jî îstîfa bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst