Balafirên Tirkiyê devera Biradost bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro balafirên şer ên Tirkiyê, devera Biradost li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

 

Balafirên şer ên Tirkiyê, îro Çarşemê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê, devera Biradost a ser bi nahiyeya Sîdekanê ve bombebaran kirin.

 

Li gor agahiyan, ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî ya bombebaranê nebûye.

 

Rêveberê Nahiyeyaa Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, navçeyên bilindahiyê yên gundên Xelîfan, Lêlkan û Xwakurkê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

 

Îhan Çelebî diyar kir, ew navçe dûrî cihê niştecîbûnê ne û ji ber bombebaranên berê yên artêşa Tirkiyê vala bûne û navçe jî berê hatiye şewitandin, ji ber vê yekê ti ziyanên canî yê vê bombebaranê nebûne.

 

Bi gotina Çelebî, ji ber bombebaranan rûberekî berfireh ji cihên çêrê li navçeyê şewitiye.

 

Duh jî balafirên şer ên Tirkiyê, çiyayê Merîna li sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran kiribûn. Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû, di wê êrişê de, 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.