Kurdên Êzidî îro qurbaniyên teqînên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir bibîr tînin

14-08-2019
RÛDAW
Di wê karesatê de ku Kurdên Êzidî wê weke fermana 73an bi nav dikin, zêdetirî 300 kesan şehîd bibûn.
Di wê karesatê de ku Kurdên Êzidî wê weke fermana 73an bi nav dikin, zêdetirî 300 kesan şehîd bibûn.
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Gir Uzêr Sîba Şêx Xidir Teqîn
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Kurdên Êzidî îro qurbaniyên komkujiya Gir Uzêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi bîr tînin, ku 12 sal di ser re derbas bûye û di wê karesatê de zêdetirî 300 kes ji Kurdên Êzidî şehîd bûn û bêtir ji 500 kesên din jî birîndar bûn.

 

Îro 12mîn salvegera teqînên nahiya Gir Uzêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir e ku Kurdên Êzidî wê karesatê weke fermana 73an bi nav dikin.

 

Nûçegihanê Rûdawê  Tehsîn Qasim ji Şingalê ragihand, ji bo rêzgirtina ji qurbaniyên wê karesatê, biryar e êvara îro Çarşemê kesûkarên qurbaniyan li cihê bûyerê amade bin û bo dema çend xûlekan bi bêdengî rawestin.

 

Tehsîn Qasim dibêje, malbat û kesûkarên qurbaniyên wê karesatê gazinan li helwesta hikûmeta Iraqê dikin û dibêjin, tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeta wan kiriye û Bexdayê piştî 12 salan hêj jî tiştek ji wan re nekiriye.

 

Piştî ku ew karesat di sala 2007an de bi serê Kurdên Êzidî de hat, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qurbaniyên wê bûyerê bi fermîw eke şehîd nasand. Lê belê hikûmeta Iraqê heta niha qebûl nekiriye, ku navê wan kesan weke şehîd were tomarkirin.

 

Beriya bi 12 salan, di sala 2007an û rojeke weke îro de 4 otombîlên bombekirî li nava nahiyeya Gir Uzêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên ser bi Şingalê ve teqiyan, û di encamê de 312 kesan canê xwe ji dest dan, 500 kes birîndar bûn, herwiha 70 kes jî heya niha winda û bêserûşûn in.

 

Tomarkirina navê kesan weke şehîd, dibe sedem ku hikûmet hin ximztguzariyan weke mûçeyê şehîdiyê bide malbatên wan kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst