Ciwanekî Kurd Xelata Şahê Swêdê wergirt

14-08-2019
Rewa Helebceyî: Ez dixwazim piştî xwendinê, xizmeta Kurdistanê bikim
Rewa Helebceyî: Ez dixwazim piştî xwendinê, xizmeta Kurdistanê bikim
Nîşan Rewa Sîma Helebce
A+ A-

Helebce (Rûdaw) - Di heyama 4 salan de du endamên malbateke Helebceyî ku li welatê Swêdê dijîn, xelata şahê wî welatî bidest xistine.

 

Rewa û Sîma Helebceyî, di pola 12an de bi rêjeya 100 ji 100î biribûn ku li Siwêdê bilintirîn reqem e.


Rewa ku xwediyê xelata şahitiyê ye, dilxweş e bi wê serkeftinê û dibêje piştî temamkirina xwendina xwe dixwaze vegere Kurdistanê û xizmeta welat û xelkê xwe bike.


Beriya Rewa, xwîşka wî ya bi navê Sîma jî sala 2015an heman xelatê şahitiyê wergirtibû û ew niha xwendekara pola 5 a bîjişkiya giştî ye.


Bavê Rewa û Sîmayê, Şaho Helebceyî jî dibêje, tevî ku wî nikarîbû li derveyî welat dirêjiyê bide xwendina xwe û ji ber perwerdekirina zarokê xwe dest ji xwendinê berdaye jî, lê niha cihê şanazî û serbilindiyê ye ku zarokên wî ew xelat bidest xistine.


Rewa Helebceyî yek ji wan xwandekaran e ku li bajarê Yûkoborî yê dikeve rojavayê wî welatî, li mala şah bi amadebûna malbat  û nûnerê şah hat xelatkirin.


Salane li seranserê welatê Swêdê, pêşbirka lêkolîna zanistî bo xwendekaran di warên cuda de tê pêkanîn. Rewa bi lêkolîna di warê ‘dermansazî û zîndezanî’ karî bibe xwediyê wê xelatê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst