Kemal Kerkûkî: PDK bi bindestî venagere Kerkûkê

14-08-2018
RÛDAW
Berpirsê nû yê Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Kemal Kerkûkî
Berpirsê nû yê Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Kemal Kerkûkî
Nîşan Kemal Kerkûkî PDK Kerkûk Germiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê nû yê Encûmena Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk û Germiyanê Kemal Kerkûkî got: “Kerkûk bajarekî dagirkiriye. PDK bi bindestî venagere wî bajarî.”

 

Îro bi merasîmeke fermî Kemal Kerkûkî di dewsa Selah Delo de bû berpirsê nû yê Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê.

 

Piştî merasîma guhertina nav Serkirdetiya PDKê, Kemal Kerkûkî di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsa peyamnêrê Rûdawê û got: “Ji bo vekirina rêya Kerkûk û Hewlêrê em ligel hikûmeta navendî rêkeftin. Hevdem rêzdar Nêçîrvan Barzanî û cenabê Serok ji bo vekirina rê gelek hewl dan.”

 

Kerkûkî da zanîn, ku ew giringiyê didin xweşkirina jiyana hemwelatiyan û ji bo vê armancê jî hewlên xwe berdewam dikin û got: “Beriya cejnê dê çêkirina pira hesin a ser rêya Kerkûk-Hewlêrê biqede û rê vebe.”

 

Derbarê rewşa Kerkûkê û vegera PDKê ya ji bo wî bajarî Kemal Kerkûkî wiha axivî:

 

“Kerkûk bajarekî dagirkirî ye. Mixabin komeke îxanetkaran piştî 16ê Cotmehê hevkarên wan aliyan bûn ku dixwestin Herêma Kurdistanê têkbidin. Ji bo berjewendiyên kesî rêkeftin û Kerkûk radestê dagirkeran kirin.”

 

Bi gotina Kerkûkê eger şerê Pirdê nebaya paytext Hewlêr jî di metisiyê de bû û got: “Şerê Pirdê û Sihêla Kurdistan parast. Spas bo Xwedê bi zîrekiya Serok Barzanî, Kak Nêçîrvan Barzanî û serkirdetiya PDKê ev metirsî hate pûçkirin. Em niha jî mijûlî rêkeftinê ne û destkeft ji bo gelê Kurdistanê zêdetir in.”

 

Kerkûkî amaje bi wê yekê kir, ku PDK dêbi serbilindî û bi keramet vegere Kerkûkê ne ku bi bindest, ku îxanetkar li wir serdest bin.

 

Kemal Kerkûkî da xuyakirin, ku piştî 16ê Cotmehê 12 hezar malbatên Ereb ji bo bi erebkirina Kerkûkê ji naverast û başûrê Iraqê anîne vî bajarî.

 

Roja Duşemê jî (13-08-2018) di dewsa Kemal Kerkûkî de, Nûrî Heme Elî bibû Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst