Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê arasteyî Mîrê Kuweytê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya xwişka Mîrê Kuweytê peyama sersaxiyê arasteyî Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah kir.

 

Roja yekşemê xwişka Mîrê Kuweytê Ferîhe Ehmed Cabir Sebah di temenê xwe yê 74 salî de li Misrê koça dawî kir. Ferîhe Sebah bi çalakiyên xwe yên civakî navdar bû. Herwiha damezrînera xelata "dayîka mînak" bû li Kuweytê.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kiriye ku bi xemeke mezin agahiya wefata xwişka we gihişte me, bi vê boneya xemnak, em ji dil sersaxiya we, malbata we, hikûmet û gelê Kuweytê dixwazin.

 

Ji Xwedayê mezin daxwaziya me ew e ku ev xema we ya dawî bibe û xwişka we bi bihiştê şad bike û sebrê bide we.