DÊRSIM – Piştî 79 salan ji bo qurbaniyên Sekesûrê goristan hate çêkirin

14-08-2017
Ali Haydar Gözlü
Di 14ê Tebaxa 1938an de 24 kes di nav kadînê de hatibûn şewitandin
Di 14ê Tebaxa 1938an de 24 kes di nav kadînê de hatibûn şewitandin
Nîşan Dêrsim Komkujiya Sekesûrê goristan qurbanî bîranîn
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li navçeya Xozat a Dêrsimê ji bo malbatên Canan û Baran ku di 14ê Tebaxa 1938an de di nav kadînê de hatibûn şewitandin, gora bîranînê hate çêkirin.

 

Di 14ê Tebaxa 1938an de li devera Sekesûrê 24 endamên du malbatên bi paşnavê Canan û Baran bi çekan hatibûn kuştin û piştre jî di nav kadînekê de hatibûn şewitandin.

 


 

Xizmên malbatên Canan û Baran ji bo qurbaniyan goristanek çêkirin û diyar kirin, ku êş û jana komkujiyê hêj di dilê wan de ye.

 

Li ser îdiayên hebûna gorên komî di sala 2015an de ji aliyê dozgeriyê ve gor hatibûn vekirin û hestiyên ku hatibûn derxistin, ji bo testên DNAyê bo Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê hatibûn şandin. Piştî lêkolînan, hestiyên qurbaniyan radestî malbata wan hatibûn kirin.

 


 

Ji xizmên qurbaniyan Zerîfe Baran a 79 salî di vekirina goristana bîranînê de diyar kir: “Ev tiştên ku hatin kirin, hemû êş û jan e. Ev komkujî weke ku hêj nû hatiye kirin teze ye û nayê jibîrkirin. Êş û jana min gelek mezin e.”

 

Ji neviyên malbata Canan, Ferîde Koç jî aşkere kir: “Ji malbata min 20 kes kuştin. Kalê min, pîra min û hemû malbata wan kuştin. Ez jî ji ber ku cihê gora wan diyar bû, hatim vê derê.”

 


 

Herwiha Zeynel Kete jî destnîşan kir: “Ev komkujiyeke mezin e û em bi çîroka vê komkujiyê mezin bûn. Diya me û pîra me her dem ev komkujî ji me re qal dikirin. Me navên wan da zarokên xwe. Ev êş nayê jibîrkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst