Ji bo Serxwebûna Kurdistanê 3.5 milyon kes xwedan mafê dengdanê ye

14-08-2017
Mahmud Yasin Kurdi
Nîşan Giştprisî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Biryare di nava vê hefteyê de Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê di derbarê hilbijartinan de bersiva dawiyê bide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Lê heta niha jî ji ber nakokiyên navxwe, komîsyonê nekariye bigihe rayekî hevbeş.

 

Roja 8ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê fermanek 5 xalî derxist û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo gişpirsiyê amadekariyan bike û herwiha roja hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî diyar bike.

 

Piştî 35 rojan komîsyonê bersiv neda Barzanî. Li ser vê yekê roja 12ê Tîrmeha 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê bi fermana jimare 128, ragihand ku roja hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê dê 1ê Mijdara 2017ê de be.

 

Komîsyon di nava xwe de nakok e

 

Ji ber pirsgirêk û nakokiyên di navbera liayên siyasî yên 5 partiyên sereke de, heta niha komîsyonê jî nekariye bi fermî bersiv bide fermanda Serok Barzanî.

 

Derbarê mijarê de Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Şêrwan Zirar ji Rûdawê re ragihand, ku endamên civata komîsyaran li ser wê yekê rêkeftine ku di dawiya vê hefteyê de bersiva Serokê Herêma Kurdistanê bidin.

 

Zirar eşkere kir, ku nakokiyên siyasî bandorê li biryarên wan jî dike û got: “Bê guman eger parlamentoyê kar bikira dê karê me jî hêsantir biba. Lê em careke din hewl didin kêşe û nakokiyên siyas3i newin nava komîsyonê.”

 

Şêrwan Zirar da zanîn, ku di nava komîsyonê de hinek endam dixwazin roja giştpirsiyê û hilbijartinan heman roj be lê beşek jî dibêjin, herdu mijarên cuda ne û divê rojên wan jî cuda bin.

 

Dengdan 23ê Îlonê dest pê dike

 

Li gorî fermana Serokê Herêma Kurdistanê, dê roja 25ê Îlona îsal li seranserê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêvajoya giştpirsiyê birêve biçe û di vê çarçoveyê de jî wê 23-24ê Îlonê hêzên pêşmerge, asayîş, polîs, kesên girtî û nexweş dengên xwe bidin.

 

Roja 25ê Îlonê jî dê ji demjimêr 08.00ê sibê heta 18.00ê êvarê hemwelatî herin ser sindoqan û dengê xwe ji bo vê pirsê bidin: “Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên li derveyî îdareya Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?”

 

 12 hezar bingehên dengdanê dê werin danîn

 

Kartên dengdanê jî bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Suryanî têne çapkirin.

 

Şêrwan Zirar diyar kir ku wê li seranserê Başûrê Kurdistanê 12 hezar bingehên dengdanê bêne danîn û ew jî bi awayê ku 7 hezar bingehên dengdanê li herçar parêzgehên Başûrê Kurdistanê, 5 hezar bingeh jî li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bêne danînç

 

Li gorî pêşbîniyên komîsyonê jî dê 3 milyon û 300 hezar  heya 3 milyon û 500 hezar kes bikaribin di dema giştpirsiyê de mafê xwe yê dengdanê bikar bînin.

 

Kurdistaniyên li derveyî welat jî dê deng bidin

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê bi rêya sîstema elektronîkî ve rê dide Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, dengên xwe bikar bînin. Biryare di nava 30 rojan de amadekariyên vê sîstemê bidawî bibin. Tomarkirina navan jî roja 1ê Îlonê dest pê dike û dê heta roja 7ê Îlonê berdewma bike.

 

Biryarderê Civata Komîsyonê Îsmaîl Xurmalî ji Rûdawê re got: “Kurdistaniyên li derveyî welat dikarin navên xwe bi awayekî online tomar bikin. Divê hemwelatî ji karta nîştîmanî, pasaport, rêgezname an jî nasnameya bare şaristanî tenê du belgeyan nîşan bidin. Piştî ku navê xwe tomar kir, hemwelatî dikare here nava sîstemê û lê binere. Roja dengdanê jî dikare bi sîstema elektronîkî dengê xwe bide.

 

Mirekebeke taybetî hatiye amadekirin

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Şêrwan Zirar da zanîn, ku ji bo di dengdanê de sextekarî neyê kirin rêûşûnên tund girtine û ji bo herdu hilbijartinan jî li gel kompanyayekî girêbest îmze kirine da ku mirekebeke taybetî were dabînkirin.

 

Zirar got: “Ev mirekeb dê li derveyî welat û li Kurdistanê were ceribandin. Li gorî standardên cîhanî ye. herwiha madeyekî din ê kîmyeyî tê amdekirina da ku dengdêr tiliya xwe lê bide  da ku nekare dengê sexte bikar bîne.”

 


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst