Galeriya wêneyan

14-08-2017
19 Photos
RÛDAW

Balekayetî (Rûdaw) – Balekayetî devereke xweş û balkêş û dilrevîn ê Başûrê Kurdistanê ye, ku bi çiyayên xwe yên serkeş, kanî û rûbar û tavge û seyrangehan, cihekî geştyarî ye.

 

Salane gelek geştyar bo derbaskirina demeke xweş di nava himbêza xwezayê de, serdana cihên geştyarî yên Balekyetiyê dikin.

 

Balekayetî di demsala Buharê de, avû hewayeke sar û dilrevîn heye û di Havînê de jî hênik û xweş e.

 

Devera Balekayetî bi qasî 135 km navenda bajarê Hewlêrê ve dûr e û dikeve aliyê rojhilatê Hewlêrê.