Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê, fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê dema sazdana referanduma serxwebûnê û her du hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê pesend kir.
Encumena Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixw eya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê, ji bo ku bersiva fermana herêmî ya Barzanî ya derbarê dema sazdana referandumê, birêveçûna her du hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya herêmê û çend mijarên din, îro duşembî 14ê Tebaxê civiya.
Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Rence Cemal da xuyakirin: “Civîna encumena komîseran, derbarê çend mijaran de dest pê kir, di serî de jî ji bo bersivdana biryara hejmar 128 a Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku taybet e bi amadekariyên hilbijartinên di 01-11-2017ê yên xûla pêncem a parlamentoyê û herwiha yên Serokatiya Herêma Kurdistanê.”
Çavkaniyekî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Komîsyonê fermana herêmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê referandumê de xiste dengdanê û bi piraniya dengan biryar hat dan, ku di 25ê Îlona îsal de referandum were encamdan.”
Heman çavkaniyê got: “Derbarê biryara birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê di 01-11-2017ê de, bi piraniya dengê endamên komîsyonê, biryar hat dank u komîsyon hemû amadekariyan bo birêveçûna wan hilbijartinan di 01-11-2017ê de bike.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di 12ê meha bihorî (Tîrmeh) de, bi fermanekê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê erkdar kir, ku amadekariyên bo hilbijartinên parlamentoyê û Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Mijareke din a civîna îro ya encumena komîseran, derbarê rêziknameya taybet a komîsyonê û çawaniya tomarkirina kiyanên siyasî û nûnerên lîst û kiyanên siyasî, herwiha çawaniya tomarkirina çavdêrên navxwe û biyanî bo çavdêrîkirina proseyên hilbijartin û referandumê bûye.
Encumena komîseran di 10 civînên bihorî de, ji ber nakokiyên di nava komîsyonê de bersiva feramana Serokê Herêma Kurdistanê nedaye. Îro jî bo cara yazdehemîn endamên wê encumenê li hev civiyan, da ku bi awayekê fermî bersiva biryara 128 a Serokatiya Herêma Kurdistanê bidin, ku taybet e bi amadekariyên ji bo hilbijatinan di 01-11-2017ê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse