GUWÊR/XAZIR - 5 otomobîlên bombebarkirî hatin teqandin

14-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pêşmerge Operasyon Xazir Guwêr
A+ A-

Xazir/Guwêr (Rûdaw) – Li eniya Xazir û Guwêrê di dema operasyona Hêzên Pêşmerge de 5 otomobîlên bombebarkirî yê çekdarên DAIŞê hatine teqandin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku di navbera gundên Steyh û Şenef de 5 otomobîlên bombebarkirî ji aliyê pêşmergeyan ve hatine teqandin.

 

Peyamnêrê me diyar kir ku Hêzên Pêşmerge 15 kîlometreyan jî pêşve çûne.

 

Hêvîdar Ehmed got, "Li nêzîkê gundê Steyh otomobîlek bombebarkirî xwest xwe di nav pêşmergeyan de biteqîne lê 300 merte nêzîk de bi çeka Mîlanê hate teqandin.”

 

Ehmed dazanîn ku gundê Steyhê 500 mal in û çekdaran xwe di nav malan de veşartine. Lewma kontrolkirina vî gundê ji gundên din derengtir dibe.

 

Peyamnêrê me ragihand operasyona li gor bernameya hatiye dariştin berdewam dike.

 

Hêvîdar Ehmed ev yek jî eşkere kir ku gundiyên Ereb ên gundên hatine rizgarkirin, bixwe hatine gel pêşmergeyan, Ala Kurdistanê maçî kirine û agahiyên derbarê çekdarên DAIŞê de dana wan.

 

Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê dest bi operasyonek berfireh kir.

 

Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarê operasyonê dibin.

 

Heta niha gundên Şenef, Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin.

 

Armanca operasyonê kontrolkirina 11 gundên Kurdistanê yên li deverê û bilindahiyên Kenhîşe ye ku li bakûrê rûbarê Zê ve li navçeya Gûwêr dinere. Herwiha armanc dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser Guwêr, Dîbege û Hewlêrê, bi taybet jî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.

 

Tê gotin ku çekdarên DAIŞê beriya niha ji vê herêmê bi topên dûravêj topbarana hêzên Pêşmerge dikir. Bi vê operasyonê hedef ew e ku DAIŞê ji navçeyê bê dûrxistin û nekare bi topan êrîşê Pêşmerge bike.

 

Bi vê operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê parzûngeha Hemam Elî û bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de dibe.

 

Li gel operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê Mûsilê dibe ku niha eniya Xazirê 15, eniya Guwêrê jî 23 km ji Mûsilê dûr e.

 

Hêzên Pêşmerge di 29 û 30ê Gulana îsal de jî li eniya Xazirê operasyonek fireh pêkanîbûn û 10 gund û navçeyek 125 km çargoşe  ji destê DAIŞê derxistibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst