VIDEO – Operasyona pêşmerge li Xazir û Guwêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê dest bi operasyonek berfireh kirin û heta niha 5 gund kontrol kirin.

 

Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarê operasyonê dibin.

 

Heta niha gundên Şenef, Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin.

 

 

Peyamnêrên Rûdawê ji eniyên şer ragihand ku li gundê Şenefê û li nêzîk gundê Steyhê 2 otomobîlên bombebarkirî bi çekên Mîlan hatine teqandin.

 

Peyamnêrême herwiha diyarkirin ku Hêzên Pêşmerge di nava gundên hatine kontrolkirin bi hişyarî bombe û mayînan paqij dikin û di nav gundê Ebzex de 4 çekdarên sekvan ê DAIŞê di xaniyekê de hatine kuştin.

 

 

 

Peyamnêrê me daxuyand ku çekdarek din di xaniyek din de bûye û bi topên tangê xanî bi ser de hilweşiyaye.

 

Topxaneyên pêşmerge  û firokeyên hevpeymanan bi tundî çeperên DAIŞê topbaran dikin. 

 

Armanca operasyonê kontrolkirina 11 gundên Kurdistanê yên li deverê û bilindahiyên Kenhîşe ye ku li bakûrê rûbarê Zê ve li navçeya Gûwêr dinere. Herwiha armanc dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser Guwêr, Dîbege û Hewlêrê, bi taybet jî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.

 

 

Tê gotin ku çekdarên DAIŞê beriya niha ji vê herêmê bi topên dûravêj topbarana hêzên Pêşmerge dikir. Bi vê operasyonê hedef ew e ku DAIŞê ji navçeyê bê dûrxistin û nekare bi topan êrîşê Pêşmerge bike.

 

Bi vê operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê parzûngeha Hemam Elî û bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de dibe.

 

 

Li gel operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê Mûsilê dibe ku niha eniya Xazirê 15, eniya Guwêrê jî 23 km ji Mûsilê dûr e.

 

Hêzên Pêşmerge di 29 û 30ê Gulana îsal de jî li eniya Xazirê operasyonek fireh pêkanîbûn û 10 gund û navçeyek 125 km çargoşe  ji destê DAIŞê derxistibû.