Çekdarên nenas li çiyayên Kurdistanê...Şer dest pê kir!

14-08-2016
RÛDAW
Nîşan Germiyan Sengaw Çiyayê Ajdax Kurdistan Çekdar Asayiş Şer
A+ A-

Germiyan (Rûdaw) – Li navçeya Sengaw a ser bi Çemçemlê di navbera Hêzên Asayişê û komeke çekdar de şer derket.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li bajarokê Sengaw ê girêdayî navçeya Çemçemal li Başûrê Kurdistanê di navbera Hêzên Asayişê û komeke çekdararan de şer û pevçûn derket.

 

Peyamnêrê Rûdawê got, şer û pevçûn li nêzîkî gudê Qerx, ku nêzîkî Çiyayê Ajdaxê û li sînorê bajarokê Sengawê ye, derketiye û di encama pevçûnan de 2 çekdar hatine kuştin.

 

Li gorî agahiyên peyamnêrê me, her du çekdar di nav otomobîlekê de ketine kemîna Hêzên Asayişa Çemçemalê û di pevçûnan de hatine kuştin.

 

 Herwiha di şer de 5 endamên Asayişê jî birîndar bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, Asayişa Çemçemalê li hember wan çekdarên kemîn danîbû, ku di heyamên borî de goman dihat kirin, xwe li Çiyayê Ajdaxê veşartibin.

 

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyekê ve bi dest xistiye, îro 2 kes çûne nav xwaringehên Seyrangeha Dêlêje li nêzîkî Sengawê û xwarin bo 30 kesan kirrîne.

 

Her li gor wan zanyariyên Rûdawê, Asayişa Çemçemalê ji wê yekê tên agahdarkirin û goman li her du kesan dikin û ji ber wê yekê jî kemînekê li hember wan didanin.

 

Heman çavkaniyê taybet ji Rûdawê re aşkere kir: “Hêzên Asayişê kemînê didanin û wan çekdarên di nav otomobîlekê de dixin kemîna xwe, ku otomobîla wan ji core OPEL bûye. Di dema derketina şer de, çekdarek tê kuştin û yê din jî xwe diteqîne.”

 

Ji nav Asayişa Çemçemlê jî çavkaniyekî ji Rûdawê re got, ew her du çekdar ser bi rêxistina DAIŞê bûn û wan zanayrî heye ku ji sînorê Xumratu ve hatine nav deverê.

 

Çavkaniyê Asayişa Çemçemalê red kir, ku derbarê kirrîna xwarinê ji aliyê her du çekdarên ve ti zanyariyan bide.

 

Rûdawê herwiha ew yek jî zaniye, ku Hêzên Asayişê zanayrî derbarê wê yekê de hebûn ku 4 çekdar ji sînorê Xumratu ve xwestine tevlî refên wan çekdarên bibin, ku li Çiyayê Ajdaxê ne.

 

Roja 9ê Tebax a 2016ê Rûdawê di raportekê de belav kir, ku komeke çekdar li bajarokê Sengaw û li Çiyayê Ajdaxê hatine dîtin, ku xelkê deverê ji Rûdawê re dabûn xuyakirin, ku bi gumana wan ew çekdar ser bi rêxistina DAIŞê ve ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst