GUWÊR/XAZIR – Rojnamevanek şehîd bû

Hewlêr (Rûdaw) – Di dema şopandina operasyona Hêzên Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê, kameramanê televizyona Kurdistan TV şehîd bû û peyamnêrê televîzyonê jî birîndar bû.

 

Kurdistan TV ragihand ku îro di dema şopandina operasyona Hêzên Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê, kameramanê bi navê Mistefa Seîd şehîd bûye û herwiha peyamnêrê wan Hêmin Nanekelî jî birîndar bûye.

 

Ji aliyê din ve tîma peyamnêrên Rûdawê jî îro li eniya Xazirê ketin kemîna çekdarên DAIŞê lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin.

 

Hate zanîn ku li vî eniyê peyamnêrekî biyanî jî birîndar bûye.

 

Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê dest bi operasyonek berfireh kir.

 

Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe.