FLAŞ – GUWÊR/XAZIR - Çekdarên DAIŞê direvin!

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê dest bi operasyonek berfireh kir.

 

Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarê operasyonê dibin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku çekdarên DAIŞê bi otomobîlên medenî ji bereyên şer direvin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Şivan Husên ragihand ku gundên Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin.

 

Hêzên Pêşmerge bi du milan ve, milek ji gundê Werdekê, milek jî ji nahyeya Guwêrê ve pêş ve diçin. Topxaneyên pêşmerge  û firokeyên hevpeymanan bi tundî çeperên DAIŞê topbaran dikin.  

 

Armanca operasyonê kontrolkirina 11 gundên Kurdistanê yên li deverê û bilindahiyên Kenhîşe ye ku li bakûrê rûbarê Zê ve li navçeya Gûwêr dinere. Herwiha armanc dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser Guwêr, Dîbege û Hewlêrê, bi taybet jî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.