DÊRSÎM- Bi roket û bombeyan li baregeha leşkerên tirk dan

14-08-2015
RÛDAW
Nîşan Dêrsîm Pilemor Tirkiye Bakurê Kurdistan Cendirme Leşkerên Tirkiyeyê Şer
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – PKKê li navçeya Pilemorê ya Dêrsîmê êrişî baregeha leşkerî ya cendermeyan kir. Di êrişê de pevçûn derket û piştre êrişa bombeyî û çekdarî jî pêk hat.

 

Şeva borî derdora saet 23:00 li dijî baregeha leşkerî ya cendermeyên Tirkiyeyê êriş pêk hatin.

 

Li gor agahiyan, di destpêka de li dijî baregeha cendirmeyan êrişa çekdarî pêkhat û piştî nîv saetan jî bi bombeyan êrişî baregehê hat kirin.

 

Hat zanîn, endamekê PKKê mînîbusek bombekirî li ber baregeha leşkerên tirk park kir û piştre bi rev xwe avêt newalekê nêzîkî wê baregehê leşkerî û wesayît teqand.

 

Hat ragihandin, di encama teqînê de yek jê zarok, bi giştî 4 welatiyên sivîl ku li mala xwe rûniştîbûn û leşkerek birîndar bûn.

 

Despêkê birîndar li Binkeya Tenduristiyê ya Pilemorê hatin dermankirin û piştre ji bo bajarê Erzînganê hatin veguhestin.

 

Herwiha hat zanîn, leşkerên Tirkiyeyê gulle berdan pêş wesayîta ku ameramanê Rûdawê û peyamnerê DHAyê tê de bûn.

 

Li gor agahiyan, piştî bûyerê li heman cihê bûyerê kameramanê Rûdawê Alî Haydar Gozlu yê ku dema di hundirê wesayîtê de dîmen digirt, leşkeran gulle berda pêş wesayîtê.

 

Li ser qêrîn û banga sivîlbûnê ya peyamnerê Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) Ferîd Demîr ê ku di heman wesayîtê de bû, leşkeran teqe rawestandin. Rojnameger ji ber daxistina rêyên Pilemoriyê bi neçarî heta sibê li navçeyê di nav wesayîtê de asê man.

 

Li gor agahiyê Rûdawê, di encama teqîna wesayîtê de ziyanên madî li baregeha leşkerî ketin, herwiha zirar û ziyaneke mezin li xaniyên nêzîkê baregeha leşkerî jî ket.

 

Piştî teqîna wesayîtê pevçûneke demkurtî jî di navbera êrişkaran û leşkeran de çê bû.

 

Niştecihên ku mal û xaniyên wan zirar û ziyan lê ketin, diyar kirin ku piştî pevçûnan ku nîs saetî dom kirin, teqîneke bihêz dever hejand.

 

Welatiyên ku tirsa xwe anîn ziman, daxwaz dikin ku baregehên leşkerî ji nav komelgehên sivîl bên derxistin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst