Mistefa Cuma û Ebdulhekîm Beşar çûn Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibehê sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cuma û Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Ebdulhekim Beşar gihiştin Stenbolê.

Mistefa Cuma derbarê serdana xwe de ji Rûdawê re ragihand ku ew û Beşar ji aliyê Wezareta Derve ya Tikriyê ve hatine vexwendin.

Sekreterê Azadî derbarê naveroka bernameya serdanê de ev agehdarî dan: “Heta niha bernameya hevdîtinan û naveroka wan ne diyar e, lê wê xala sereke pirsa Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan be.”

Li gor sekreterê Partiya Azadî, Yekîtiya Siyasî ya Kurd ji bo Tirkiyê hatiye vexwendin.

Di nava şandê de, Mistefa Oso, Serokê şaxê din yê Partiya Azadî jî cih digire.

Duh jî, hevserokê PYDê Salih Mislim li ser vexwendina Wezareta Derve ya Tirkiyê çûbû Stenbolê.