Serokê Herêma Kurdistanê êrişa li Trump şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li Trump şermezar kir û got, “Ez ji hewla sûîqesta serokê berê Donald Trump pir xemgîn im.”

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke şermezarkirinê belav kir.

“Divê di siyaseta îro de cihê tundiyê tunebe”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamê de got:

“Ez ji hewldana sûîqesta serokê berê Donald Trump pir xemgîn im.

Ez bikaranîna tundiyê ya ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî şermezar dikim.

Divê di siyaseta îro de cihê tundiyê tunebe.

Ramanên min bi Serok Trump, malbata wî û hemû mexdûrên ku ji vê êrişê bandor bûne re ne.”

Nasnameya êrişkar diyar bû

FBIyê nasnameya kesê ku di mîtînga Donald Trump de gule lê reşandibûn eşkere kir.

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), kesê ku di dema mîtîngê de êrişî Donald Trump kiriye bajarokê Bethel Parkê yê Pennsylvaniayê ye û navê Thomas Matthew Crooks û 20 salî ye.

Li aliyê din hate ragihandin, piştî ku êrişkar Thomas Matthew Crooks êrişî Trump kir ji aliyê ajanên Servîsa Nihênî ve hate kuştin.

Herwiha di êrişê de gule li guhê Trump ket, kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.