XARPÊT - Grev berdewam e: 'Em doza mafên xwe dikin'

Duh li 01:59
Dîmenê greva karkeran \ Xarpêt \ Wêne: Rûdaw
Dîmenê greva karkeran \ Xarpêt \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Etî Krom Yildirim Karker Xarpêt Mucahît Karaunal Şerafettin Yildirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakûrê Kurdistanê zêdeyî 300 karkerên kompanyaya kanzaya Etî Krom Yildirimê di grevê de ne.

Karker li dijî şert û mercên xirab ên kar û mûçeyên kêm, 14 roj in li ber kompanyayê çalakiya rûniştinê li dar dixin û kar nakin.

Di Kompanyaya Etî Krom Yilirimê de heta niha 52 karkeran canê xwe ji dest da ye

52 karkeran canê xwe ji dest daye

Karker dibêjin ew bi mirinê re rûbirû ne û heta daxwazên wan neyên bicîkirin dê di çalakiyê de bin.

Karkerên kompanyayê mehane herî zêde 29 hezar lîreyên Tirkî werdigirin ku dike 878 dolar.

Ji ber mercên giran ên kar ji destpêka damezrandina kompanyayê ve heta niha li navçeyê 52 karkerên di kanên kompanyayê de kar dikirin canê xwe ji dest daye.

Karker dibêjin di bin mercên giran de ew jî rojane rûbirûyê mirinê dibin û heta daxwazên wan neyên bicîh anîn dê li ser çalakiya xwe berdewam  bin.

Kakerê bi navê Cîhat Yilmaz li ser armanca grevê karkeran wiha got:

“Em dibêjin meaşê li piyasayê heyî çawa ye bila yê me jî wisa be. Em dixwazin şert û mercên baş bin.

Em li vê derê ne daxwaza mafên xwe dikin û kî piştgiriyê bide me Xwedê ji wan razî be.”

Berî çalakiyê karkeran bi xwediyê kompanyayê re hevdîtinekê pêk anî da ku daxwazên wan bîne cih. Lê bi gotina wan, bi bicihanîna daxzawan li aliyekî heqaret jî bi wan hatiye kirin.

“Em mafên xwe dixwazin”

Karkerê Kanzayan Mucahît Karaunal jî wiha got:

“52 karker li vê kompanyayê mirine. Em dixebitin em xwêdana eniya xwe dirijînin, me kompanya mezin kir û ew anî vê astê.

Em daxwaza mafên xwe dikin heqê me çi be em wî dixwazin.

Kompanya têra xwe mezin dibe û em jî daxwaza mafên xwe dikin.

Em bi rêveberiyê re axivîn me ji wan xwest ku meaşê me baştir bikin, ji me re gotin, ‘em dê xeberekê bidin we’ lê ti xeber ji wan nehat.”

Di 13emîn roja çalakiyê de Parlamenterê AK Partiyê yê Xarpetê û Serokê Şaxa AK Partiyê yê Xarpetê jî çûn serdana karkeran.

“Me tiştên pêwîst kirine”

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Xarpetê Şerafettîn Yildirim jî wiha got:

“Ji roja yekem ve em bi parlamenterên me yên din re vê pêvajoyê dişopînin û me hemû tiştên pêwîst kirine.

Em dê ji niha û pê ve jî bikin. Em di her derfetekê de li cem van birayên xwe ne.

Ji bo ku daxwaz û mafên wan bên bicîhanîn çi ji destê me bê em dê bikin.”

Hejmara karkerên di vê çalakiyê de zêdeyî 300 kes in.

Çalakiya wan berdewam e û biryar e îro şandeyeke CHPyê ku ji 8 parlamenteran pêk tê ji bo piştevaniyê biçe serdana wan û guh bide gilî û daxwazên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst